Kasêtên Xwemalî yên Êzîdîyan li Mala Dengbêjan
Berê, di her maleke Êzîdî da kasêt (șerît) hebûne. Bi hezaran stran û çîrokên zargotinî dihewandin. Xelkê kasêtên wisa bi diyarî didane hev û du. Di wan kasêtan da ne bi tenê mûzîka gelêrî dihat parastin, belkû her wisa bîranînên civînên wan û evîndarîya wan ji hev û du ra. Tomaran pêkanînên çandî û giyanî yên Êzîdîyan vedijandin. Wan kasêtan toreka hevbeş ava dikir ku kevneșopên temamîya civaka Êzîdî dihewandin. Li pêvajoya komkujîya Êzîdîyan li sala 2014ê, Da‘eșê hewl da van tomarên xwemalî -- û tevî wan bermayîyên kevneșopî yên din jî -- ji holê rake, ji ber ku wan baș zanîbû ku parvekirina hunerê û dîrokê, civaka Êzîdî bihêztir dikir.

Fehed Herbo yê mûzîkjen, birêkxer û dîroknasê civaka Êzîdî nehișt ku Da‘eș serkeve. Piştî ku ji komkujîya Êzidîyan filitî, Fehed vegerya cih û warê xwe Şingalê (ku bi ‘Erebî dibêjnê Sincar سنجار) û dest bi lêgerînekê kir di nav kavilên civaka xwe da. Di heyama deh salan da, wî û birayê wî ji xanîyên hilweşandî nêzîkî 500 kasêt rizgar kirine, ku stran û serpêhatîyên malbatên qetilkirî dihewînin.
Ev belgeyên giranbiha niha di bin parastina Fehedî da ne, û ew dixwaze piștrast bike ku êdî kes nekaribe wan û naveroka wan ji Êzîdîyên Șingalê bistîne. Bi hevkarîya MiC, Fehed û pispora arșîvan Rênas Babekir dê bi hev ra van kasêtên rizgarkirî dîjîtalizê bikin û katalog bikin. Piștî hingî, ev tomar dê derbas bin di pêvajoya saxberkirinê da, da ku ev dengên winda bêne restorekirin. MiC jî dê van tomaran liser malpera xwe wekî arșîveke dîjîtal bihewîne û bi vî rengî ew dê bêbedel berdest bin bo guhdaran li seranserê dinyayê.

Em ê herwisa wan tomarên dengî yên jinûveavakirî veguherînin CDyan, û wan bê beramber vegerînin komelgeha Êzîdîyên Șingalê, da ku kesên bê înterneta stabîl jî bikarin bi ewlemendî fêr bibin ji devê bapîrên xwe yên ku ji vê dinyayê bar kirine. Zêdebarî, beşeke bijarte ji vê koleksiyona tomara muzîkal dê berdest be bo kirîna bi rêya kompanyaya MiC.

Herçend, ev karê hanê bi serê xwe projeyeke yekcar giring e, ew tenê beşekê çareser dike ji pirsgirêkên ku Fehed rûbirû ye. Fehedî cihek nîne ku bikaribe van kasetên heyî bi ewlehî lê biparêze, kasetên nû ji endamên komelgehê wergire, û wan jinûve belav bike di nav guhdarên deverê da. Wekî ku Fehed dibêje, dîjîtalizêkirina kasêtan tenê heta pileyekê dikare kevneşopiya devkî ya Êzîdîyan biparêze. Lewma pêwist e ku rêyek were dîtin ku ev proje berdewam xizmet bike bo nifşên nû yên Êzîdîyên Şingalê.
Bi vê mebestê, Fehed dixwaze "Mala Dengbêjan" damezrîne wekî arșîv, kitêbxane, û navendeke komeleyî. Ev mal dê wan kasêtên Êzîdîyan bihewîne û eleqeyeka bi hêz damezrîne bo kevneşopîya devkî ya ku di bin metirsîya windabûnê da ye. Li vê mala ku dê bi şêwaza kurdewarî were avakirin gel dê careke din bikaribe bicive, guh bide tomarên kevin, tomarên nû çêbike, û ji hevûdu fêr bibe. Ew dê bibe maleke mayînde bo kasêtan û navendeke berhemdar bo projeyên nû. Zêdebarî alîkariya parastin û dîjîtalizekirina kasetan, MiC dê herwisa, piștgirîyê dabîn bike, da ku Fehed erkê xwe yê damezrandina arșîva komeleyî û navenda çandeyî bi cih bîne.
Ka Em Rêveberên Projeyê Nas Bikin

Fehed Herbo Xidir mûzîkjen û dîroknasê devkî ye, û her wisa yek ji damezrînerên Enstîtûya Mîrzo ya Mûzîkê ye li Șingalê (Sincarê). Niha, li Zankoya Emrîkî li Silêmanîyê xwendekarekî bakalorîya ye di beșa Wêjeya Îngilîzî da; herwisa, ew helgirê bawernameyeke mûzîkê ye ji Akademiya Hunerê li Qamișloyê. Fehed, bi dilûcan girêdayî pratîkên çandeyî û giyanî yên Êzîdîyan e, ku tê da kevneşopiyên devkî cihekî navendî digire. Wî hemî keda xwe terxan kiriye ji bo parastina stran, çîrok û rituelên ku ji nifşên berê ve hatine veguhastin lê îro di bin metirsîya windabûnê da ne. Bi rêya tomarên meydanî, wergêr û șanogerîyê, wî mîrata devkî belge kiriye û vejandiye wekî rêbazek ji bo dermankirin, berxwedan û qayîmkirina nasnameya komeleya xwe ji ber derencamên qira Êzîdîyan. Projeyên wî mûzîk, bîranîn û çalakîyên siyasî digihînin hev; û xwe gihandine guhdaran li seranserê Iraq, Ewropa û deverên wêvatir.

Rênas Babekir nivîskar, arşîvkar, û fîlmçêker e ku bi parastina kelepûrê çandeyî ve mijûl e. Ew di navbera Kurdistanê, ‘Îraqê û Brîtanyayê da jî tê û diçe. Xebata wê war û formatên cuda digire nav xwe, û balê dikişîne ser hevkarîya li gel komeleyan, bi taybet komeleyên ku dîrok û dengên wan hatine paşguh kirin an jî bi qest hatine birrîn. Armanca wê ew e ku bi rêya dîroka devkî, xebatên arşîvê û fîlman, bîra/ hafizaya çandeyî belge bike, biparêze, û jinûve-xeyal bike. Xebatên wê dê ji serpêhatîyên mirovan, zanyarîyên navbera-nifşan û çavdêrîya komeleyê pêk bên. Projeyên wê rê daye hevkarîya di navbera mûzexane, sazîyên arşîvê û rêxistinên sivîl wekî Bernameya Zanîna Materyal ya di Metirsiyê da li Mûzexaneya Brîtanî, Mûzexaneya Pitt Rivers û Binkey Jîn li Silêmanîyê.